Şems û Mewlana û Kurd û Kurdî
Şems û Mewlana û Kurd û Kurdî
Dema weşanê: Sermawêz 21, 2017, 11:48 Dîtin: 676

Mewlana rojekê Şems diezibîne mala xwe, 

Şems dibe mêvanê wî.

Piştî Mewlana ji bo wî sifreyê hazir dike, Şems dizîvire li Mewlana dinêre, dibêje:

-Ka te ji min re şerab neaniye ser sifreyê.

Mewlana li ser vê gotinê şaş dibe û bi awayekî ecêbmayî dipirse:

-Min nizanîbû tu şerabê vedixwî. Naxwe tu şerabê jî vedixwî.

Şems dibêje:

-Erê.

Mewlana dibêje:

-Min nizanîbû.

Şems dibêje:

-Madem êdî tu zanî, here ji min re şerabê bîne.

Mewla dibêje:

-Te mejiyê xwe xwariye! Vê şevê ez ê şerabê ji ku bînim?

Şems dibêje:

-Ji xizmetkarekî xwe re bibêje bila here bîne.

Mewlana dibêje:

-Ji bo vê kiryarê ez ê li hizûra xwedê de şermezar bibim.

Şems dibêje:

-Wê çaxê tu bi xwe here.

Mewlana dibêje:

-Li vî bajarî her kes min nas dike, ez ê çawa herim ji taxa fileyan şerabê bînim?

Şems dibêje:

-Heger hurmeta te ji min re hebe û tu bixwazî ez xwe bextewar his bikim, divê tu îşev ji min re şerabê bîne. Her şev heta ez şerabê venexwim, ne karim şîvê bixwim, ne jî xewa min tê.

Mewlana ji mecbûrî radibe ser xwe, kurkê xwe davê nav pişta xwe û şûşeyekê jî dixe bin çengê xwe û berê xwe dide taxa fileyan. 

Heta digihêje taxê jî kes nizane mesele çi ye.

Piştî şerabê ji meyxaneyê temî dike û derdikeve derve, komeke misluman wî dibîne. 

Û ew kom çawa Mewlana ji meyxaneyê derdikeve dide pey wî.

Her ku dihere li komê zêde dibe...

Wexta Mewlana digihêje nêzîka mizgefta ku lê meletiyê dike, ji nav wan kesên her roj li pey wî nimêj dikin yek ji raqîbên wî derdikeve û dibêje:

-Ya ometa bawermend! Mewlanayê ku her roj hûn li pey wî nimêj dikin, çû ji taxa fileyan şerab kirî.

Û destê xwe diavêje kurkê Mewlana, kurkê wî dişemite erdê.

Bi şemitandina kurk re çavê her kesî dihere ser şûşeya şerabê.

Çav di serê wan de sor dibin û êrişî Mewlana dikin, şaşika wî bi derbekê re ji serê wî dikeve.

Lê li hember vê êrişê deng ji Mewlana dernakeve.

Kesên li wir top bûne li cem xwe difikirin ku bi salan li ser navê mumîntiyê Mewlana ew xapandine.

Li ser vê xirecirê Şems derdikeve û bi hêrs dibêje:

-Ya miletê ehmeq! Hûn çawa fedî nakin hûn rabûne êrişî kesekî mîna Mewlana dikin û van bêbextiyan lê dikin! Ev şûşeya ku hûn dibînin ne şerab e, sîrke tê de ye. Heta sîrkeyê bi xwarina xwe werneke nikare bixwe.

Raqîbê Mewlana diqîrê dibêje:

-Ew ne sîrke ye, şerab e.  

Li ser vê gotinê, Şems devê şûşeyê vedike û hindik hindik bera kefa destê wan dide.

Piştî vê kiryarê, ewil raqîbê Mewlana dihere destê wî maçî dike, dû re kesên din dor bi dor..

Û qelebalix belav dibe, her kes dihere mala xwe.

Mewlana difitile ser Şems dibêje:

-Te çima îşev tiştekî weha anî serê min, te ez li pêş çavên însên kêm xistim?

Şems dibêje:

-Min wer kir ji bo çavên te vebin û tu bibînî ku ev hemû tiştên tu xwe pê serbilind his dikî, tenê leylan e-xewn e. Te li cem xwe digot belkî hurmeta çend kesên ji rêzê û beradayî wê ji min re bibe sermiyanekî ebedî, lê te dît çawa bi fen û fûta şûşeyeke şerab yek jî li dora te nema. Êrişî te kirin, li te xistin, tif rûyê te kirin, heta hindik mabû te bikujin. Sermiyanê te hemû ev bû. Û di şevekê de xelas bû. Loma jî, tiştekî weha bike ku ne bi herikîna zemên re, ne bi guherîna bûyeran re xelas nebe.

Dinya HÎÇek e.

Ehl-î dinya HÎÇek e.

Ya HÎÇ! Bi HÎÇekê re nebe yek ji bo HÎÇekê.

Piştî mirinê di kîsê meriv de çi dimîne, tu zanî?

Eşq û Hez û Muhabet,

wekî din HÎÇ!

 

Ew kesên li ser navê kurdan kurdîtiyê û rêbertiyê dikin, divê derd û xema we ne avakarina civakeke dewar be.

Di civakeke dewar de tenê dewarîzm pêş dikeve.

Dewar jî tenê ceh-ka-gîhê dixwin.

Û bi xwarina ceh-ka-gîhê tenê zik-hûr mezin dibe.

Divê rêberên kurd şerabê vexwin,

şeraba eşqê,

eşqa kurdî...

Bi eşqê meriv kare civakeke xwezan û ne-dewar ava bike.

Ya rêvebirên kurd!

ji bo eşqa Kurdistanê,

şeraba kurdî vexwin û bi civakê bidin vexwarin,

da hûn jî, civak jî nebin

HÎÇ!