Helwesta Rewşenbîrî
Helwesta Rewşenbîrî
Dema weşanê: Gelarêzan 18, 2017, 2:45 Dîtin: 488

Teorîsyenê hunerê û nivîskarê Polonyayî Wladyslaw Strzemînskî, kesekî hêja û xwedan vîzyon bûye.

Di şerê cîhanê de pê û piyekî wî anku dest û nigekî wî jêdibin.
Piştî şerî, li Polonyayê teva hevalên xwe bi navê hunera modern fakulteyekê ava dikin û li wê fakulteyê mamostetiyê dike.
Deshilatî ji wî û xebatên wî aciz dibe.
Li her derê jê re astengiyan derdixin.
Lê hîç wext paş ve gav navêje; her li ser a xwe dimîne û helwesta xwe diparêze. Wî ji kar derdixin, helwesta xwe naguhere.
Nasnameya wî ya hunerî betal dikin, paş ve gav navêje. Tabloyên wî qedexe dikin, li her derê wêneyên li ser dîwaran çêkiriye jêdibin, ji ser a xwe danayê.
Birçî dimîne, keça wî li ber diwaran dimîne, her li ser a xwe dimîne, paş ve gav navêje, helwesta xwe naguhere.
Asoxî, nexweş dikeve, bi weremê dimire, lê wek xwe dimîne.
Wladyslaw Strzemînskî, nimûneyeke baş e ji bo ûjdan û bext û helwesta rewşenbîrî. Berî bimire hevalekî wî yê helbestvan tê serdana wî. Rûdinin, bi hev re qahweyê vedixwin.
Piştî li hal û ehwalên hev dipirsin, hevalê wî bi dilbijandinekê lê dinêre. Dibişire dibêje, "Wladyslaw, tu zanî, carina wexta te tînim bîra xwe, ez pir ji te dihesidim. Dinya guherî, huner guherî, hunerê çend caran xwe nuh kir, di hundirê xwe de gelek ceribandin kir, lê tu her wek xwe mayî, tu hîç nehatî guhertin. Dilê xwe dibijînim te û helwesta te, ez ji te dihesidim."
Erê, heger hesûdî hebe, divê ji bo xusûsiyetên-taybetmendiyên weha hebe. Pêdiviya axa min, pêdiviya rewşenbîr û hunermendên min ên li ser vê axê dijîn bi şexsiyetên mîna vî şexsiyetî heye.
Rewşenbîr û hunermendên filan partiyê...
Rewşenbîr û hunermendên filan serokî...
Rewşenbîr û hunermendên vê îdeolojiyê...
Rewşenbîr û hunermendên vê baweriyê...
Rewşenbîr rewşenbîr e, hunermend hunermend e.
Dev ji qûnalêsiya text mextan û bêbextan berdin.
Bila seleha we, qelema we be.
Bila seleha we ûjdanê we be.
Bila seleha we bextê we be.
Bila seleha we helwesta we be. Û li ser heq bin, li cem heq bin.