Mejîsistan
Mejîsistan
Dema weşanê: Gelarêzan 4, 2017, 8:25 Dîtin: 523

 

Xêr di siyasetê de nema ye.
Xêr di siyasetê de nema ye, lewra siyasetmedarên me, veketandina li ber siyê siyaset zanin.
Li ber siyê tiralî xweş e, ne siyaset.
Û Kurd ji siyasetê fêhm nakin.
Siyaset karê aqil e.
Siyaset karê civakên modern e.
Siyaset qada zihniyeteke modern, zihniyeteke bajarvanî ye.
Û bajarên ku em hewl didin bikin welat, hîn gund in.
Anku gundên me hîn nebûne bajar.
Loma jî divê bi zihniyeteke bajarvanî ewil em gundên xwe bikin bajar û dû re di bajarên xwe de mentiqeke bajarvanî ava bikin, da ku em bi wê mentiqê karibin li dijî siyaseta dagirkerî siyaseteke aqilane bimeşînin.
Gund!
Bajar!
Welat
Azadî!
Li gundan pez hene, 
dewar hene, 
erd hene, 
zevî hene, 
dar û bexçe û dahl hene.
Gund ji alî muxtaran ve tên birêvebirin.
Dewar ji alî gavanan…
Pez ji alî şivanan…
Erd û zevî û dar û dahl û bexçe jî ji alî gundî û cotkaran…
Êê?
Ê û çi?
Le bajar?
Hîn bajar ava nebûne. 
Bi xêr kengî bajar ava bûn, bajarî jî wê çêbibin.
Û bi çêbûna bajariyan mejiyekî bajarvanî, mentiqeke modern û şarezane jî wê ava bibe.
Ma qey gundî ne modern û şareza ne?
Na.
Û ji ber ku Kurd ji alî gundiyan ve tên birêvebirin, 
em û şaristanî, 
em û modernîte, 
em û siyaset dûrî hev in. 
Siyaset ne karê muxtaran e.
Siyaset ne karê gavan û şivanan e.
Siyaset ne karê gundî û cotkaran e jî.
Siyaset karê siyasetmedaran in.
Û bi mentiqekek gundîtî siyaset nabe.
Hest û hisên xwe deynin hêlekê.
Bila wêjevan-hunermend bi hest û hisan tevbigerin.
Siyaset bi hest û hisan nameşe.
Birê min…
Pismamê min…
Apê min…
Xalê min…
Xaltîka min…
Metka min…
Malbata min…
Eşîra min…
Gundê min…
Partiya min…
Mezhebê min…
Îdeolojiya min…
Serokê min…
Şêxê min…
Min…
Min…
Min…
Jan bi serê we keve û hûn xêrê ji xwe nebînin!

Tenê dîn asîmle nabin.
Divê em berê bi dînan Dînistanê ava bikin, dû re em wan dînan bi perwerdehiyeke welatperwerî perwerde bikin û Dînistanê veguherînin Kurdistanê.
Yan na bi van baqilên mejiyê wan di serê wan de sist bûne, tu welat ava nabe.

Dîplomasî!
Kurd di siyasetê de têk çûn.
Wê çaxê…
Ka em giraniyê bidin ser huner, wêje, sînema û fitbolê.
Huner û sînema û wêje di nav destê partîzanan de li azadiya xwe digerin.
Ma çi?
Ma fitbol.
Û Dalkurd…
Dewlemendên Kurd li seranserê dinyayê belav bûne. Di her welatî de nebe nebe, deh milyonerên dolaran hene.
Û gelek ji wan bi zimanekî qure pesnê xwe û welatperweriyê didin.
Welatperwerî ne bi peyvê ye, bi emel û kirinê ye.
Da ka fermo çend gavekî din ber bi min ve werin.
Heger hûn bixwazin, hûn karin Dalkurd jî bikin tîmekî xurt û jêhatî.
Çawa Barselona bûye sembola Katalonyayê û dîplomasiyeke mezin dimeşîne, werin em jî bi hev re Dalkurd bikin Barselona û bila li seranserê dinyayê dîplomasiya ku dîplomatên me nemeşandin, ew bimeşîne.
Dalkurd bikkin Dalkurdistan.

Têm çavên mezinan û destên biçûkan…