Derûniya min a vê sibê
Mamoste, wek tu zanî welatê ku şer-şoreş lê hebe, li wir efsane jî pir in. Kî dibihîze li cem xwe jî tiştekî li ser dike û diçe ji hinekî din re dibêje, ew jî li cem xwe li ser dikin ji hinin din re dibêjin û bi vî hawî di demeke ne pir dirêj de yek dibe sed, sed dibe hezar.
Mesela li herêmeke Kurdistanê çîrokeke weha tê gotin, mamoste.
Rojekê ji rojan, di nava sê gerîla û sêsed û sîh û sê eskeran de şerek derdikeve.
Berî bi hev de biteqînin her sê gerîla sê seetan civînekê çêdikin.
Berpirsê komê dibêje, "Kî bê kuştin wê xwerexne bike anku ozeleştiriya xwe bide." û şer dest pê dike.
Ji sibê heta tarî dikeve erdê bênavber dibe reqîna selehan.
Esker giş tên kuştin tenê yek dimîne. Lê di destê wî eskerî de mîtrazor û bi sedan fîşek heye.
Û bi her sê gerîlayên me jî fîşekek.
Berpirsê komê ji her du gerîlayan re dibêje, “Rabin bi dansa gerîlayî serê wî eskerî tevlihev bikin da ku fîşekên wî nemîne.”
Her du gerîla radibin dest bi dansê dikin û ew esker cebilxaneya xwe di wan de vala dike, lê bi ser nakeve.
Piştî fêhm dikin ku esker êdî destvala ye, digirin ser û di kozika wî de dixirpişin ser dilê wî. Berpirs jî tê cem wan.
Rast derew xêr û guneh di stuyê wan de be dibêjin, berpirs bi têlsiza esker li merkezê bi qumandanê elayê re dipeyive jê re dibêje, "Here ji bo meytên eskerên xwe sêsed û sîh û sê metro hizar bikire û bibe cem Xelefê Terzi bila ji wan re bike kefen û were wan li ser pişta hespan bike û bibe" û têlsiza esker li serê wî dixe, ji esker re dibêje "Tu jî siktir bibe here oxlim. Rêz û hurmeta me heye ji qanunên şer û hiqûqa herbê re, em kesên bê seleh nakujin.”
Îja çend pirsên min hene, mamoste. Heger ez nepirsim, ew pirs ê bibin kurd bibore bibin kurm û mejiyê min kurmî bikin.
Mamoste, gelo kî û bi çi mexsedê van efsaneyan belav dikin. Û bi vê pirsê ve girêdayî, medyaya azad heye?
Mamoste, ez zanim pirsên min jî wek serê min belawela ne, lê min nexwest li gorî mijaran pirsan amade bikim û her ji bo mijarekê te aciz bikim. Min xwest di bi carekê hemû pirs û mijaran bi hevdu bidirûm û xwe jî, te jî jê xelas bikim.
Ez dîsa vegerim ser pirsên xwe…
Gelo çima kurd bi yekê têr nabin; jina duda sisiya û carina ya çara tînin, mamoste?
Mesela sê jinên te hebin, di nava rojê de kî çi karî dike û kirina kar ew bi xwe di nav hev de parê dikin an tu biryara kî yê çi karî bike didî?
Gihaya hewşê tahl e. Gelo em karin çi ji vê biwêjê derxin? Gelo ev derew û bêbextiya şivan û gavanan e ji bo pez û dewarên xwe bera nav erd û zad û bexçeyên cîranê xwe bidin an sedemeke din heye?
Gelo tu rewşa edebiyeta kurdî, rewşa nivîskar û stranbêj û helbestvanên kurdî çawa dinirxînî, mamoste?
Mamoste, ez dixwazim em piçekî li ser rewşa muxtariyê bipeyivin, wek cenabê te jî zane ferqa muxtarekî û gavanekî tune bû, lê îro şûr simbêlê muxtaran nabire. Tu karî ji me re bibêjî tesira muxtara ya li ser edebiyatê, hunerê, muzikê, siyasetê çi ye gelo?
Mamoste wek cenabê te jî zanî em Kurd di nav çar dagirkeran de çar perçe, di nav xwe de jî çarde perçe ne. Li gorî bîr û bawerî, zanîn û tecrûbeyên te em ê çawa çarde perçeyan ewil bikin çar dû re wan çaran bikin yekperçe?
Mamoste tu zanî, Kurdî zimanekî balkêş e, dema tu baş bi zimên nizanibî, tevlihevî çêdibe û hin xwelîser ji tevliheviyê hez dikin. Min xwest çi bibêjim yaw? Xuya ye serê min jî tevlihev e. Axir…
Mamoste bi te, demokrasî çi ye? Hin kes dibêjin demokrasî ji medeniyeta Yewnaniyan hatiye û li seranserê dinyayê belav bûye. Hin kes dibêjin, demokrasî zirdereweke rojavayiyan e û pê me rojhilatiyan dixapînin. Hin kes jî dibêjin, demokrasî ji demagojiyê tê, demagolojî jî ji du peyvan pêk hatiye; dev û gû bûye devogûlojî, devûgolojî jî bi demê re veguheriye formeke nuh û bûye demagolojî û herweha ji ber ku ev nav ev têgeh bi kurdî ye, demokrasî jî ji medeniyeta kurdan li seranserê dinyayê belav bûye. Wer tê gotin; xêr û guneh di stuyê wan kesan de be ku serê me tevlihev dikin. Gelo cenabê te bi wê ilm û îrfan û zanyarî û tecrûbeyên xwe di heqê demokrasiyê, dev û gûlojiyê û demagolojiyê de wê ji me re çi bibêje?
Mamoste, ez dixwazim vê pirsê jî ji te bikim û hew. Gelo Kurd stratejîst in an stranbêjîst? Û bi te, em ji xwe hez nakin an dinya ji me hez nake?
De mahdê xwe tirş neke lo; ne du pirs in. Heger “û” tune bûya xebera te bû, lê ji ber ku “û” heye tenê pirsek tê hesibandin.