Aqilê sivik barê giran!
Aqilê sivik barê giran!
Dema weşanê: Rezber 19, 2017, 1:21 Dîtin: 607

“Lo me çi kir me çi kir, me xwelî li serê xwe kir”

Rehma Xwedê li Şivên be! Wî ev stran distira û bi saya serê wî me ji “xwelî”yê hez kir.

Na na, tişt bi Şivên nehatiye, wek qurmekî ye, sipî sax e.

Herçend ne oldar bim jî, di ol û baweriya mislimantiyê de “rehm” li saxan jî dibe, li miriyan jî.

De Xwedê emrekî dirêj bidê, da ku em ji wî dengê wî yê xweş berî mirinekê çend stranên din jî guhdarî bikin.

Lê bi hêviya bêvila xwe nexe nav siyasetê.

Û xwelî!

Meriv baş bi xweliyê bê şuştin, meriv dibe welî.

Lê welî jî wexta ji ser xwe diherin, dîsa taliya wan xwelî ye.

Anku, yan jî bi kurt û kurmancî;

xwelî û welî, wek reş û spî ne; him ji hev cîhê ne, him hevdu temam dikin.

 

Em Kurd, ji mêj de ye ji rastiyê dûr ketine.

Tenê hêvî û xeyalên me em bi jiyanê ve girêdidan.

Hêvî seqet e nuha.

Xeyal jî bûye leylan û dilerize li ber çavan.

Xwedê ji hêvîşekestan re û ji xeyalfiroşan re nehêle, lê nizanim dengê min ê here wî Xwedayê ku ji mêj de ye ez ji dergeha xwe qewirandime?

 

Wek pezên gur têkeve nav, Kurd ji hev tîştîşî bûne.

Berê çar perçe bûn, nuha bûne çardeh perçe.

1-Kurdên Kurmanc

2-Kurdên Soran

3-Kurdên Zaza

4-Kurdên Goran

5-Kurdên Apoyî

6-Kurdên Barzanîyî

7-Kurdên Talabanîyî

8-Kurdên Misliman

9-Kurdên Şîa-Alewî-Kakaî-Êzîdî

10-Kurdên Sosyalîst

11-Kurdên Ateîst

12-Kurdên Xwefiroş

13-Kurdên Xayîn

14-Kurdên Quzê Kerê

Le Kurdên Kurd?

Mixabin, ew mirin!

Rehma Xwedayê ku hêviya me heye rojekê were şûna vî Xwedayî li wan be!

 

Kurd hîna nebûne netew anku milet.

Û ji ber ku nebûne netew jî, zahmet e bibin dewlet.

Û dîsa û,

heger berî bibin netew bibin dewlet, ew dewlet ê jî wek zaroka tu têxî hêlanê û kil bikî, wê tim bi tirs be.

Bi quretiyan, bi megalomantiyan nabe.

Her kes ji bo textê xwe hewl dide.

Û li ser text jî tenê şûna qûna endamên malbatê heye.

Bext bûye text û text jî li nava bêbextan bûye rext.

Kî bi rext be, ew e xwedî text.

Bextê we jî, textê we jî serê we bixwe!

 

Wexta haya meriv ji meriv tune be û meriv xwe nas nekiribe, meriv dost û dijminê xwe jî ji hevdu nas nake.

Û jixwe em ne xwe nas dikin,, ne jî dost û dijminê xwe ji hevdu nas dikin.

Berjewendiyên şexsî ketine pêşiya berjewendiyên netewî û berjewendperest bûne şivanên vî miletî.

Şivan…

Pez…

Şîr…

Mast…

Penêr…

 

Weleh heyran, mesele ne meseleya “hesabê malê û sûkê” ye.

Mesele kûr e û dahwe giran e.

Hûn gur in û di eyarê pez de ketine nav pez û rûreşiya herî mezin şivan bi xwe jî gur nas dike.

Kî qehreman e, kî xayîn?

Li gorî dem û dewranê diguhere.

Xayînên îro, qehremanên sibê ne; qehremanên sibê piştî ba û bahozekê dîsa kare vegere ser xayîntiya xwe ya berê.

 

Referandûm çêbû!

Bi kêf û coşeke mezin…

Kurdên Ewrûpa û metropolên Tirkiyeyê bi al û sloganan xwe li sînorên bêyî îrada me di navbera me û me de lêbûbûn qewimandin.

Wek dawetên berê ku heft roj û heft şevan bi def û zirneyê dikirin kêf û seyran, li welatê me yê hindik mabû bibe welat heft roj û heft şevan bi lîrelîr û sloganan guh ji xwe jî kirin, ji me jî.

Di firehiyê de her kes lawê bavê xwe ye, pêwist e di tengayiyê de meriv karibe bibe lawê xelkê.

Û ew xelk, ez im, tu yî, ew e, em in, hûn in, ew in…

 

Taliya talî,

ji bo serfiraziya xwe, tenê bibin mirîdê aqilê xwe.

Guh nedin çavnebar, birçî û têrnexwaran.

Bimire zîhniyeta mutahîtî!

Kurdistan di bêrîkên we de hilnayê.

Li ser enerjiya vî miletî mutahîtiyê nekin.

Biqeştin!

Biteqizin!

Bicehemin!